Li Kampa Holê du DAIŞiyan êrişî ciwanekê kirin û ew kuştin
Kampa Holê li Rojavayê Kurdistanê, roj bi roj metirsîdartir dibe. Kampa ku piraniya nişteciyên wê jin û zarokên çekdarên DAIŞê yan ji piştevanên wê rêxistinê ne, bûye mitirsiyeke mezin li ser ewlehiyê.
Şeva borî, du DAIŞiyên li nav kampê ciwanekî Iraqî kuştin. Berê jî çend bûyerên kuştinê di nav kampê de qewimîne.
Rêveberê Giştî yê kampên bakur û rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed ji Rûdawê re behsa van bûyeran kir û daxwaza piştevaniyê ji civaka navdewletî kir.
Şêxmûs Ehmed daxwaz li civaka navdewletî kir ku karekî cidî ji bo kampê bê kirin. Herwiha daxwaz li hikûmeta Iraqê kir ku welatiyên xwe ji kampê werbigire.
Medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ragihandiye ku jêderekê ji rêveberiya Kampa Holê ya ser bi parêzgeha Hesekê, li Rojavayê Kurdistanê, ragihandiye ku ciwanekî Iraqî li nav wê kampê hate kuştin.
Li gorî zanyariyan, 2 çekdarên DAIŞê, derbasî konê ciwanekî Iraqî bûn û wan herdu çekdaran ew ciwan bi hesinekî tûj kuşt.
Di encama lêdanê de, serê wî ciwanê Iraqî, yê bi navê Mihemed Şehade Hemade, bi giranî birîn bûye û ji bo Nexweşxaneya Hikme ya bajarê Hesekê şandiye, lê îro serê sibê canê xwe ji dest daye.
Gelek bûyerên hewlên kuştinê li nav Kampa Holê, ji aliyê çekdarên girtî yên DAIŞê ve, hatine kirin.
Kampa Holê, an jî Baxoza nû weke hin çavdêr nav lê dikin, an jî Dewleta biçûk a DAIŞê .
Li Kampa Holê bêhtirî 70 hezar kes hatine bicîkirin, ku piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne û piştevaniya wê rêxistinê dikin.
Di nava du mehan çendîn bûyerên kuştin û birîndarkirinê çêbûne.
Roja çarşemê, 4ê îlonê, du DAIŞiyan ku cil û bergên jinan li xwe kiribûn ciwanekî Iraqî li Kampê kuştin. Roja 29ê Tîrmehê, termê jineke Endonezî li kampê hat dîtin ku li ser destê jinên DAIŞî hatibû kuştin. Roja 29ê Tebaxê hêzên asayişê kesek li nav kampê girtin ku bi kuştina zarokekî Iraqî yê 6 salî hatibûn tohmetbarkirin.
Roja 23yê Hezîranê jineke DAIŞîya Azerbeycanî li kampê neviya xwe ya 14 salî kuşt, bi hêceta ku rûyê xwe nenixumandibû. Roja 3yê Tîrmehê jineke DAIŞî bi kêrê êrîşî endamekî asayişê kiribû û ew birîndar kiribû.
Li gor zanyariyan, di nava hinek konan de heta niha jin û zarokên Kurd ên Êzidî hene, ku ji tirsa newêrin nasnameya xwe aşkere bikin. Li gor çavdêran, Barê Kampê bi vê hejmara mezin ku bûye weke warekî amadekirina nifşekî nû yên DAIŞê ji şiyanên Rêveberiya Xweser mezintir e û pêwîstî bi piştevaniyeke navdewletî ya cidî heye.
Rudaw
