• Thursday, 12 February 2026
logo

Holenda û wezareta pêşmerge rêkeftinek îmze kirin

Gulan Media September 6, 2019 Nûçe
Holenda û wezareta pêşmerge rêkeftinek îmze kirin
Holenda di prosesa reforman de hevkar dibe
Duhê Konsulusê Holendayê yê li Hewlêrê serdana wezareta pêşmerge kir li gel wezîrê pêşmerge civiya.

Di civînê de behsa çend mijaran û babeta perwerde kirina hêzên pêşmerge ji aliyê hevpeymaniya cîhanî ve hate kirin û Holenda soza vê yekê da daku hevkariyên xwe yên şêwirmendî bo hêzên pêşmerge bidomîne.

Di beşeke din ya vê civînê de di navbera her du aliyan de rêkeftinek bo beşdarî kirina Holendayê di mijara reformên nava wezareta pêşmerge de beşdar be û hevkariya wezareta pêşmerge bike.
Top