Malbatan li pêşîya deriyê baregeha HDP dest bi çalakiya runiştinê kirin
Dayîkeke çalakvan bi navê Sabîha Balta, got:"Ez ji bo zarokê xwe li vir im. Ez dixwazim kurê min vegere. Çavê min ne li malê dine ye. Tenê daxwazek min heye bigihîjim kurê xwe."
Dayîkeke çalakvan bi navê Feyziye Çetînkaya, dibêje:"Ez kurê xwe dixwazim. Tenê armancek min a runiştina liv ir heye ku bigihîjim kurê xwe."
Dayîkeke dî ya çalakvan bi navê Ayşegul Bîçer, dibêje:"Ez ne bi gotina ti partiyekê li vir im. Dibêjin partiyan pere dan me. Ne rast e. Ez bi vîna xwe ya azad li vir im û heta kurê min vegere jî ez ê li vir bim."
Dayîkeke din a çalakvan bi navê Sadiye Ozbek, Dayîka Serbazê Dîlgirtî, dibêje:"Kurê min winda ye. Pkkê wî revand. Çar sal berê kurê min li Dêrsimê serbaz bû. Ez dixwazim bigihîjim kurê xwe. Bila kurê min berdin."
Di derbarê îddayên ku HDP bû ye navbeynkar ku zarok tevlî PKKê bibin de Partiya Demokratîk a Gelan îddayan red dike û dibêje têkiliya wan bi tevlîbûna zarokan bo PKKê re nîne. Parlementerê HDPê yê Diyarbekir Îmam Taşçier di wê baweriyê de ye ku bi van çalakiyan desthilat dixwaze rojeva tayînkirina qeyuman bide ji bîrkirin.
Îmam Taşçier, parlementerê HDPê yê Diyarbekir, got:"Rojane 24 demjimêran polîs û hêzên dewletê yên fermî û nefermî çavdêriya HDPê dikin. Eger ew zarok ji HDPê hatibûna şandin pêwîst bû ku hêzên dewletê ev bidîtana û rê nedana ku ew zarok biçin. Hdpê tikes neşandî ye ti deverekê û naşîne jî û ne kare HDPê ye. Ew îdda ne rast in."
Çalakiya ku di 3ê Îlonê de bi malbatekê dest pê kir niha bi tevlîbûna 10 malbatan didome û malbat dibêjin ew bi îradeya xwe hatine ber avahiyê û heta ew bigihîjin zarokên xwe dê çalakiya wan berdewam be û ji HDPê daxwaza zarokên xwe dikin. Partiya Demokratîk a Gelan HDP jî çalakiya malbatan wek plana dewletê dinirxîne.
K24
