Bo posta parêzgarê Kerkûkê, Turkumanan nermî nîşan daye bo dengdanê bi kandîdê Kurd
Nûçegihanê Kurdistan24 ragehand: Şand ji lîsta Biryetîya Kerkûkê pêkhatîye û seredana baregeha serekîya Enîya Turkmanî kirine li Bexdayê.
Amaje bi wê yekê jî kir, ew şand bo wê yekê hatîye daku li gel Enîya Turkmanî rêk bikevin daku di civata parêzgehê de deng bidin kandîdê Kurd bo posta parêzgarê Kerkûkê ku Teyîb Cebare.
Soran nuçegihanê Kurdistan24 ragehand ku Turkmanan hinek nermî nîşan dane û bo evê pirsê zêdetir ji Kurd nêzîktirin neku ji Ereban.
Civata parêzgeha Kerkûkê ji 42 endaman pêk dihêt û her kanîdekê pêdivî bi 22 dengan dibe, herçende Kurdan 26 deng hene di wê civataê de, lê Kurd naxwaze evê pirsê bike piranî û kêmanî lê wan divêt rêkkevtina pêşdem hebe.
Teyîb Cebar kandîdê hevpişkê Partîya Demukrat Kurdistanê û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanêye û lîsta Biratîye. Li beranaber 7 dengên Turkmanan di Civata Prêzgeha Kerkûkê daku Teyîb Cebar bihêt Helbirtin wek parêzgarê Kerkûkê, Kurd amadeye posta serokê Civata Prêzgeha Kerkûkê bide Turkmanan.
K24
