• Thursday, 12 February 2026
logo

Iraq du rêyan datîne pêş Amerîkayê!

Gulan Media September 5, 2019 Nûçe
Iraq du rêyan datîne pêş Amerîkayê!
Serokatiyên Iraqê du rêyan datîne pêş hêzên Amerîkayê yên li welat û pêwîste rêyekî helbijêrin.

Îro 05.09.2019ê endamê lijneya asayiş û berevaniyê li Parlamentoya Iraqê Mehdî Amirlî ji çapemeniya welat re ragehand, sê serokatiyên Iraqê yên Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê, dê civînek hevbeş pêkbînin û dû rêyan dê daynin pêş Amerîkayê.

Mehdî Amirlî ragehand, serokatiyên Iraqê, dê Amerîkayê naçar bikin ku vê yekê zelal bike, esmanên Iraqê ji destdirêjiyê biparêze yan na.

Li hember egera neparastina esmanên Iraqê ya ji aliyê Amerîkayê ve, li gor gotinên heman parlamenteri, Iraq dê li gel welateke din ê pêşketî bo rêkeftina li ser parastina esmanê welat a ji aliyê wî welatî ve danûstandinê bike.

Basnews
Top