Berpirsekî Xaneqînê: Li Xaneqînê terorîst, Heşda Şeibî û hêzên Iraqî ji hev nayên veqetandin!
Berpirsê komîteya PDKê li devera Biratî ya bajarê Xaneqînê, Amir Refhet ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, rewşa Xaneqînê gelekî xirab û aloz e. Xelk qet asûde nînin, her dem tirs di nav dilê wan de ye. Her roj teqîn û êriş û teror heye.
Amir Refhet her wiha gotiye, rewş ew qas aloz e ku mirov nikare terorîstan û Heşda Şeibî û hêzên Iraqî ji hev veqetîne! Bi roj kincên Heşda Şeibî li ber dikin bi şev jî dibin DAIŞ û terorîst!
Basnews
