• Thursday, 12 February 2026
logo

MSD: Em aliyê sêyem ê rêkeftina ‘navçeya aram’ in

Gulan Media September 4, 2019 Nûçe
MSD: Em aliyê sêyem ê rêkeftina ‘navçeya aram’ in
Encûmena Sûriya Demokrat red dike, ku Navçeya Aram bibe riyek ji bo derbasbûna Artêşa Tirkiyê bo nava axa Sûriyê û dibêje, ew aliyê sêyem yê wê mîkanîzma ewlekariyê ne ku di navbera Tirkiyê û Amerîka de rêkeftin li ser hatiye kirin.

Hevseroka Encûmena Sûriya Demokratîk, Îlham Ehmed ji medyaya Amerîkayê re ragihand, ku li gorî wê rêkeftina ku hatiye kirin, YPG dê hêzên xwe bi dûriya 5 kîlometran ji sînor vikşîne.

Îlham Ehmed helwesta Tirkiyê ya ku dibêje, Rêveberiya Xweser, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) metirsiyê bo ser ewlehiya niştimaniya wî welatî çêdikin, red kir û ew yek weke hincetek bi nav kir.

Tirkiye hêzên HSD û YPG weke terorîst bi nav dike û dibêje, ew hêz metirsî ne bo ser ewlehiya niştimaniya wî welatî, lê HSD û YPH wê yekê red dikin.

Hevseroka MSDê herwiha dibêje, rêkeftina ku li ser navçeya aram hatiye ragihandin, rê li pêşiya Tirkiyê xweş nake ku destwerdanê di nava karûbarê navçeyê de bike û hêzên xwe jî bîne nav axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.

Îlham Ehmed wiha dibêje: “Ya ku em li vir behs dikin ne vekirina rêyê ye ji bo destwerdana Tirkiyê di karûbarên navçeyê de, herwiha ne vekirina rêye heya ku artêşa Tirkiyê derbasî nav axa Sûriyê bibe, lê belê ji hev fêm kirine li ser çend xalên diyar kirî , ji bo gihîştina bi rêkeftina dawiyê di derbarê mijarên hilawîstî de.”

Bi gotina Îlham Ehmed, lihevkirin li ser çend xalên destnîşankirî heye û ew dixwazin ji cîhanê re bidin xuyakirin ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan amade ne.

Ji bo nehêlana nîgeraniyên Tirkiyê, Waşington û Enqerê, piştî çendîn gerên danûstandinan, di 7ê Hezîrana îsal de li ser avakirina mekanîzmeke ewlehiyê bo damezrandina navçeya aram li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê, li hev kiribûn.

Hevseroka MSDê derbarê vekişîna Amerîka ji Sûriyê jî dibêje, niha ti axaftinek li ser vekişandinê nayê kirin, lê dibe ku pêwîst be Amerîka hêzeke din bişîne navçeyê, ew yek jî bi gotina wê ji ber pêwîstiya bi cîbicîkirina mîkanîzma ewlehiyê, ku Waşington û Enqerê li ser wê yekê li hev kirine.

Wê rayedara pilebilind a Rêveberiya Xweser da xuyakirin, ku “heta niha me ti zaniyariyên zelal nînin ka hikmeta Amerîkayê di vê derbarê de dê çi biriyarekê bide.”

Îlham Ehmed destnîşan kiriye, ku ew rijd in li ser “çareseriya aştiyane yan gotûbêjan bo çareserkirina mijaran” û tekez dike, ew li gel gotûbêjan û ji hev fêmkirinê ne.

Rudaw
Top