• Thursday, 12 February 2026
logo

Leşkerekî Tirkiyê li Mêrdînê hat kuştin

Gulan Media September 4, 2019 Nûçe
Leşkerekî Tirkiyê li Mêrdînê hat kuştin
Li bajarokê Omerliyê yê Mêrdînê di encama êrîşeke PKKê de leşkerekî Tirkiyeyê hate kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li gor ragihandina ajansa fermî ya Hikûmeta Tirkiyê, gerîlayên PKKê li bajarokê Omerliyê bombeya li ser rê bicih kiribûn, dema wesaîteke leşkerî derbas dibû teqandine.

Da zanîn jî, Di encama teqîna bombeyê de leşkerekî Tirkiyê canê xwe ji dest daye û 2 leşkerên jî birîndar bûne.

Operasyonên leşkerî li dijî gerîlayên PKKê li çend deverên Bakurê Kurdistanê berdewam dikin û di encama şer de jî ji her du aliyan kuştî û birîndar çê dibin.

K24
Top