Cêgirê wezîrê derve yê Elmanîyayê gehişte Hewlêrê
Nêlz Anên, Cêgirê wezîrê derve yê Elmanîyayê bi seredanekê gehişte Hewlêrê û biryare jî , seredan rawêjkarên serbazîyên welatê xwe li Herêma Kurdistanê bike ku di çarçoveya Hevpeymanîya Nêvdewletî de meşq û rahînanê bi hêza Pêşmerge yên Kurdistanê dikin.
Elmanîya di çarçoveya wê hevpeymanîyê de li dijî Daişê, hevkarî û piştîvanîya hêza Pêşmerge û Herêma Kurdistanê kirîye û ji bilî çekdan û keristeyên serbazî, nexweşxaneyeke taybet jî bo Pêşmergeyan durist kirîye.
K24
