• Sunday, 15 February 2026
logo

Erdogan sersaxî da Serok Barzanî

Gulan Media February 26, 2024 Nûçe
Erdogan sersaxî da Serok Barzanî

Îro roja dawî ya şîna xuşika Serok Barzaniye.

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan duhê bişev peyameke sersaxî da Serok Barzanî û di peyama xwe de Erdogan nivîsandiye; Mixabin nûçeya koça dawî ya xuşika we ya birêz Zekiye Mistefa Barzanî gehêşte me, bo vê wendahiya giran ji dil sersaxiya xwe pêşkêşî we dikim, sersaxî didim we û malbeta we ya birêz û daxwaz ji xwedê mezin jî dikin rihê rehmetiyê bi ceneta xwe şa bike.

Erdogan di dawiya payama xwe de nivîsandiye bi vê minasebeta xemgîn bi navê xwe û bi navê gelê Tirkiyeyê hêviya tendirostiyeke baş ji we re dixwazim.
 

Top