• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokwezîr yekem plaka bi hijmara Helebce çap kir

Gulan Media February 22, 2024 Nûçe
Serokwezîr yekem plaka bi hijmara Helebce çap kir

Serdana goristana şehîdên Helebceyê kir.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Helebceyê de îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana goristana şehîdên Helebceyê kir û li ser deftera bîranîna goristanê jî nivîsand ku, gelek kêfxweşim îro dîsa hatime Helebceyê, daxwaz ji xwedê mezin dikim rihê şehîdan bi cenetê şad bike û birîndaran jî bilez şefa bide, xizmet kirina Helebceyê erkê me ye û lazime em hemû hewl bidin ku, tawanên wisa dijî gelê Kurd neyên dubarekirin.

Pişt re Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana birêveberatiya hatûçûya parêzgeha Helebceyê kir û yekem plaka bi hijmara Helebceyê bo tirimbîlên welatiyan çap kir.

Top