Serokê Encûmana Dadwerî ya Iraqê: Avakirina herêmekî din li Iraqê mijarekî redkirinê ye
Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê helwêstekî berovajî destûra Iraqê nîşan da û dibêje, avakirina herêmekeî din a serbixwe ya taybet ji bo Sunneyan mijarekî bê redkirin e.
Di destûra Iraqê ya mayînde de, avakirina herêma nû li Iraqê hatiye pejirandin, lê Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayeq Zêdan (li gor destûrê pêwîste ji hemû aliyan zêdetir girêdayî û pêbendbe bi destûrê) di hevdîtineke li gel parêzgar û serokê encûmena parêzgeha Enbarê de ragehand: ‘’Avakirina herêmekî nû li Iraqê mijarekî bê redkirinê ye.’’
Fayeq Zêdan behsa wê yekê jî dike ku pêwîste xelkê Enbarê ‘’Di xema yekitiya Iraqê de bin û wan nêrînan red bikin, ku dest davêjin ser yekpareyiya Iraqê û ji aliyê hin kesan ve bi armanca siyasî tên behs kirin.’’
Herwaha got: ‘’Rastî û waqiîbûna erdnîgarî û netewî ya Herêma Kurdistanê berî destûra daîmî ya Iraqê bikeve meriyetî di sala 2005ê de û heta ji sala 1991ê ve her hebûye.’’
Fayeq Zêdan dibêje: ‘’Herêma Kurdistanê rewşa wê ya taybet bi wê ve girêdayî heye ku hemû ewladên gelê Iraqê wê nasdike û destûr jî çend hukmekî taybet bi rêkxistina herêman heye, lê rewşa nivîsandina destûrê naha hatiye guhertin. Piraniya ew kesên ku wê demê baweriya wan bi wan hukmane hebû, naha bi wê yekê razîne ku divê ew hukmane bên guhertin ku peyvendiya wan bi parêzgehan ve heye, lê derveyî Herêma Kurdistanê.’’
Fayeq Zêdan got: ‘’Nêrîna avakirina herêmeke din li her navçeyekî Iraqê, mijarekî bê redkirine, ji ber gefxwarine li ser yekpareyiya Iraqê û asayîşa wê.’’
Basnews
