Parlamenterekî PDKê: YNK, helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê asteng kiriye û jê ditirse
Endamekî Parlamentoya Iraqê yê ser bi fraksiyona PDKê radigehîne YNK, ji ber pirsgirêkên navxwe, arîşeya proseya helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ava kiriye, eger Dadgeha Federal careke din vê pirsê paşbixe, wê demê YNK di payeya yekem de ji vê rewşê berpirs dibe.
Îro 18.02.2024ê Dadgeha Federal a Iraqê careke din li ser giliya YNKê ya dijî yasaya helbijartina Parlamentoya Kurdistanê kiribû dê bicive, lê ew yasa bi dengên piraniya parlamenteran û parlamenterên YNKê jî di nav de li Parlamentoya Kurdistanê hatibû derxistin.
Vê derbarê de endamê Parlamentoya Iraqê Şêrwan Dûberdanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Givaş û fişarekî zêde li ser Herêma Kurdistanê heye, çi ji aliyê mûçe û budce de be, çi ji aliyê mijara helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de be, hemû ji bo astengkirin û şikandina saziyên destûriya Herêma Kurdistanê ye. Mixabin YNK, ji ber pirsgirêkên wê yên navxwe pir zêde ne û tirsa wê ji helbijartinê heye, hewleke temam ji bo ku helbijartin neyê kirin dide. Em dizanin Dadgeha Federal bixwe dijî Herêma Kurdistanê biryarê dide, ji ber wê jî ev mijara helbijartinê biriye wê dadgehê. Ji bo wê jî eger helbijartin careke din ji aliyê Dadgeha Federal ve bê paşxistin, wê demê berpirsyartî dikeve stûyê YNKê.’’
Herwaha got, eger îro 18.02.2024ê careke din pirsa helbijartinê ji aliyê Dadgeha Federal ve bê paşxistin, ‘’Wê demê helbijartin dê bikeve sala 2025ê, ji ber Komîsyona Iraqê û pêngavên teknîkî herî kêm salek jê re pêwîst dibe.’’
Parlamenterê PDKê got, Dadgeha Federal bi biryarên siyasî tevgerê dike, hemû biryar jî dijî Herêma Kurdistanê derxistine û biryarên siyasî ne. Û got: ‘’Her ji destpêkê ve PDK li gel wê bû ku helbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên kirin, lê YNK ji ber pirsgirêkên wê yên navxwe guncaw nedît. Herçend gelek civîn vê derbarê de hatin kirin jî, lê pirsgirêkên navxweyî yên Herêmê jî bir Bexdayê û Dadgeha Federal. Ji aliyê din ve jî rola wan di ziyangehandina Herêma Kurdistanê û pirsa mûçe û budceyê de jî hebû. Tenê ji bo ziyan bigehîne hikûmetê ew kirin. Ji ber hikûmetê wek hikûmeta PDKê dizanin û xwe wek xwediyê malê nabînin û bi rêya ziyangehandina Herêma Kurdistanê ve dixwazin şikestê bigehînin PDKê û dixwazin kursiyên PDKê kêm bikin, lê xeyalên wan bicîhnayê.’’
Basnews
