• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê tekeziyê li ser hemahengiya Tirkiye û Herêma Kurdistanê dikin

Gulan Media February 8, 2024 Nûçe
Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê tekeziyê li ser hemahengiya Tirkiye û Herêma Kurdistanê dikin

Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Yaşar Guler rewşa siyasî ya navçeyê, dawî pêşhatên Rojhilata Navîn û gefên terorê gotûbêj dikin.

Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 7.2.2024) pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Yaşar Guler û şanda pê re kir, ku ji Supasalarê Tirkiyê Metin Gurak û Balyozê Tirkiyê li Iraqê Elî Reza Guney û hejmarek berpirsên siyasî û leşkerî yên Tirkiyê pêk hatibû.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de li ser rewşa siyasî ya navçeyê, pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û metirsiya terorê û herwiha peywendiyên di navbera Iraq, Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de gotûbêj hatin kirin.

Di civînê de her wiha tekezî li ser hemahengiya di navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê de hate kirin, ew jî ji bo dabînkirina aramî û geşepêdan û karê hevbeş ê di navbera wan de.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de û pêşvebirina wan peywendiyan jî, mijareke din a civînê bû.

 

Top