Artêşa Tirkiyeyê xaniyên xelkê sivîl bordiman kir
Li gor zaniyariyên ku peyamnêrê me yê li deverê ragihandine, di bordimana îro ya artêşa Tirkiyeyê de gundê Bolê hatiye bordiman kirin û di encama bordimanê de du welatiyên medenî ku şêniyên gundê Bolên e canê xwe ji dest dane.
Herwiha hate zanîn ku balefir çend xaniyên gundê jî bordiman kirine û di encama bordimanê de çend xaliyên welatiyan hatine rûxandin.
