• Friday, 13 February 2026
logo

NY: Nîvê girtiyên siyasî li Îranê kurd in!

Gulan Media August 18, 2019 Nûçe
NY: Nîvê girtiyên siyasî li Îranê kurd in!
Netewên Yekgirtî (NY) li ser rewşa mafên mirov bi taybet girtiyên kurd û kolberên kurd rexne li rêjîma îslamî ya Îranê girt û ragihand, nîvê girtiyên siyasî yên Îranê kurd in!

NY raporta xwe ya salane li ser rewşa mafên mirov li Îranê belav kir. Di raportê de ku ji aliyê raporterê NY, Cavîd Rehman ve hatiye amadekirin, hatiye gotin ku rêjeya bidarvekirina mirovan li Îranê li gorî salên berê kêm bûye lê binpêkirina azadiya ramanê û destwerdan di jiyana mirovan de ji aliyê hêzên ewlehiyê û dezgehên îstixbaratê ve zêdetir bûye.

Di raporta NY de behsa rewşa girtîgehan, xirabiya rewşa girtiyan, mafên jin û zarokan, kêmîneyên etnîkî û olî hatiye kirin û hatiye gotin ku nîvê girtiyên siyasî li Îranê, kurd in.

Di raportê de behsa rewşa kolberan û kuştin û birîndarkirina wan li ser sînoran jî hatiye kirin û li hember wê yekê nerazîbûn hatiye nîşandan.

NY daxwaz ji dewleta Îranê kiriye rê bide raporterê NY Cavîd Rehman serdana wî welatî bike da ku ji nêzîk de rewşa mafên mirov li wî welatî bibîne.

Basnews
Top