• Friday, 13 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: PDKê dengê doza Kurdî gehand cîhanê

Gulan Media August 16, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: PDKê dengê doza Kurdî gehand cîhanê
Serokê Herêma Kurdistanê ragehand: Damezrandina PDKê werçerxaneka dîrokî bû û dengê doza Kurdî gehand hemû cîhanê.
Di peyama pîrozbahiya 73 saliya damezrandina PDKê da, Serok Nêçîrvan Barizanî pîrozbahiya hemû endam û alîgirên PDKê kir û ragehand: Damezrandina PDKê îradeya Kurdistaniyan bi hemû pêkhateyan ve kir hêzeka rêkxistî û sertaserî û bû destpêka vejandina mezin ya niştîmanî û neteweyî û dengê doza Kurdî gehand hemû cîhanê.
Da zanîn jî: PDK şanaziya mezin ya dirustbûn û parastina piroseya siyasî û demokratî ya Kurdistanê û çespandina qewareyê wê yê siyasî di destûrê Îraqê da heye ‌u şanaziyeka mezin jî di rêveberî û avakirina welatî û parastina yekrêzî û kultûrê pêkvejiyan û lêbûrînê da heye.
Serokherêm Nêçîrvan Barzanî, ku heman dem cêgirê serokê PDKê ye, diyar jî kr, bo paşerojê PDKê karname ‌u bernameyekê berfirehtir bo xizimeta doz û armancên gelê Kurdistanê heye.

Waar.tv
Top