Pêşmerge li Xaneqînê êrişeka terorîstên DAIŞê şikand
Fermandeyê tabûra sêyem li betalyona 3 ya Pêşmerge, Cimur Rostem ji televîzyona K24 re gotiye, qasekî beriya niha komek çekdarên DAIŞ li devera Kanî Masî ya Xaneqînê êrişî hêzên Pêşmerge kirin.
Cimur Rostem daye zanîn, piştî ku hêzên Pêşmerge bersiva wan dan şerekî giran derket û derdora nîv saetê berdewam bû, ji ber ku terorîstên DAIŞ nekarîn ji wê zêdetir li ber xwe bidin û reviyan.
Wî fermandeyê Pêşmerge ragihandiye, piştî wê şerî tabûreka din ya hêzên Pêşmerge gihîşt cihê ku lê şer derketibû.
Bi gotina wî fermandeyî, di wî şerî de ti ziyanek negihîşt pêşmergeyan.
Basnews
