KURDISTAN - ‘Dixwazin DAIŞê li dijî Kurdan vegerînin’
Azad Cebarî amaje bi valahiya emnî ya li Kerkûkê kir û got, ew valahiya emnî ya di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de bi qestî nayê çareserkirin.
Cebarî diayr kir, divê hikûmeta Iraqê di zûtirîn dem de, wê valahiya emnî li parêzgeha Kerkûkê tije bike, ku niha ew navçe bûye cihê gurûpên veşartî yên DAIŞê.
Serokê Komîteya Ewlekariyê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê destnîşan kir, welatên navçeyê amadekariyan dikin daku DAIŞê dubare çalak bikin û got: “Ew live û tevgera ku niha li navçeyê heye, tenê ji bo amadekariya çalakkirina DAIŞê ye.”
Azad Cebarî anî ziman, ku piraniya gundên Kakeyîyan li sînorê navçeya Daqûqê ji xelkê xwe vala bûne û li şûna wan ereb têne bicihkirin, û ev yek jî demugrafiya Kerkûkê diguhere.
Cebarî di vê derbarê de da xuyakirin: “Niha gundên Kakeyî yên sînorê Daqûqê nêzîk e ku bi temamî ji nîştecihan vala bibin, ew jî planeke ji bo bierebkirina navçey. Destek heye ku DAIŞê li vî sînorî bihêz dike, ji bo bêtir derxistina Kurdan ji navçeyê.”
Di berdewamiya axaftina xwe de, Azad Cebarî diyar kir, beşek ji erebên hawirde, blok û keresteyên çêkirina xanî û malan birine gundên Kurdan û fermana çêkirina xaniyan jî wergirtine.
Ew yek di demekê de ye ku pêştir Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, ev ferman dabû rawestandin.
Rudaw
