• Friday, 13 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî bi helkefta cejna Qurbanê

Gulan Media August 11, 2019 Nûçe
Peyama Serok Barzanî bi helkefta cejna Qurbanê
hêviya bexteweriyê bo xelkê dixwaze
Serok Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Qurbanê peyamek belav kir û cejna Qurbanê li gelê Kurdistanê pîroz kir.

Serok Barzanî jî bi helkefta cejna Qurbanê peyamek belav kir. Naveroka peyama wî wiha ye:

Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan

Bi helkefta hatina cejna pîroza Qurbanê, pîrozbahî li xelkê Kurdistanê, Iraq û hemû misilmanên cîhanê dikim. Pîrozbahî li malbatên serbilind yên şehîdan dikim ku bi xwîna ezîzên wan azadî û kerameta welatê me parastî ye.

Pîrozbahî li hemû pêşmergeyên qehreman dikim û destxoşiyê jî li hêzên asayiş û polîs dikim ku bêyî westandin, erka parastina aramî û asayişa welatiyan girtine stûyê xwe.

Cejna we pîroz be û hêviya şahî û bexteweriyê ji we re dixwazim.

Rudaw
Top