• Friday, 13 February 2026
logo

Aliyên Kurdistanî: Divê PKKê aramiya Herêma Kurdistanê têk nede

Aliyên Kurdistanî: Divê PKKê aramiya Herêma Kurdistanê têk nede
Daxuyaniya Endamê Desteya Rêvebir ê PKKê Duran Kalkan xelk û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê nîgeran kir û daxwaz dikin, PKK berjewendiyên bilind ên xelkê Herêma Kurdistanê armanc neke û ti aliyekî jî aramiya Herêma Kurdistanê têk nede.

Endamê Desteya Rêvebir ê PKKê Duran Kalkan berî çend gotibû: “Bila kes nebêje 'me Başûrê Kurdistanê rizgar kir, bila parçeyên din dûrî me bin û em li vê derê bi rehetî bijîn'. Jiyaneke bi wî rengî nîne. Heta ku li Bakur, Rojava û Rojhilat Kurdîtî bê qirkirin, dê Başûr nikaribe bi rengekî azad bijî. Ev yek nepêkan e. Yan em ê hemû bi hev re azad bin, ya jî kes wê ne azad be.”

Di wê derbarê de, Peyvdarê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Abdula Wertî ji K24ê re ragihand, “Herêma Kurdistanê bûye jêdera çalakî û xebata siyasî ji hêzên opozîsyona perçeyên din ên Kurdistanê. Nabe ti hêzeke siyasî kar ji bo têkdana aramiyê li Herêma Kurdistanê bike.”

Ji aliyê xwe ve endamê Polîtburoya Partiya Şiyoî ya Kurdistanê Hindirîn Ehmed dibêje: “Ev cure daxuyaniyên berpirsên PKKê ne berpirsyane ne. Ew mêvan in rast e û vir xaka Kurdistanê ye, lê cihê têkoşîna wan Bakurê Kurdistanê ye. Divê li ber çav were girtin ku ji hemû gelê Kurdistanê û ji hemû perçeyên Kurdistanê re, ev ezmûna me heye û gihîştiye vê rojê, çawa bê parastin, ev hêviya hemû xelkê Kurdistanê ye, anku ev daxuyanî berjewendiyê xelkê Kurdistanê dixe metirsiyê. Nabe bi ti bihaneyekê berjewendiyên xelkê bikeve metirsiyê.”

Çendîn car e Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji berpirsên PKKê kirine ku li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê vekişin û ziyanê negihînin aramî û berjewendiyên welatiyan, lê berpirsên PKKê guh nadin van daxwazan û xaka Herêma Kurdistanê ji bo êrîşa ser artêşa Tirkiyê bikar tînin. Li hemberê jî artêşa Tirkiyê rojane navçeyên sînorî topbaran û bombebaran dike û di encamê de xelkê wan navçeyan rastî jiyanên canî û malî dibin.

K24
Top