Îran deriyê sînorî yê bi Başûrê Kurdistanê re berfireh dike
Deriyê sînorî yê Başmaxê yê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de, yek ji deriyên giring û stratejîk ên sînorî di navbera herdu aliyan de ye, ku salane bi buhayê zêdetir ji 2 milyar dolaran tevgera bazirganî lê tê kirin.
Niha hikûmeta Îranê dixwaze vî deriyê sînorî berfirehtir bike û ji bo wê yekê jî 70 milyar tûmen weke bûdce terxan kiriye.
Parêzgarê Sineya Rojhilatê Kurdistanê, Behmen Muradniya dibêje, li Tehranê li gel Wezîrê Rê û Ban ê Îranê civiyaye û di civînê de wezîr rizamendiya xwe nîşan daye, ku ji bo berfirehkirina deriyê sînorî yê Başmaxê bûdceyeke taybet terxan bike.
Behmen Muradniya diyar kir, pêwîst e aliyên pêwendîdar di zûtirîn dem dest bi cîbicîkirina projeya berfirehkirina deriyê sînorî yê Başmaxê bikin.
Muradniya tekezî li ser wê yekê jî kir, ku proseya birêxistinkirina deriyê sînorî yê Başmaxê ketiye warê cîbicîkirinê û kêşeya xwediyên zeviyên derdora vê deriyê sînorî jî hatiye çareserkirin.
Deriyê sînorî yê Başmaxê ketiye navbera parêzgehên Sine li Rojhilatê Kurdistanê û Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê.
Rudaw
