• Monday, 16 February 2026
logo

Li Sûriyeyê cotkaran berê xwe dayê çandiniya mûzan

Gulan Media December 3, 2023 Nûçe
Li Sûriyeyê cotkaran berê xwe dayê çandiniya mûzan

Li parêzgeha Tertûsê ya rojavayê Sûriyeyê, hin cotkaran ji ber têçûya kêm berê xwe daye çandiniya mûzan.

Cotyar hêvî dikin, pêdiviya bazara xwecihî pêk bînin û bigihîjin wê astê ku mûzan hinardeyî derveyî Sûriyeyê bikin.

“Çandiniya mûzan roj bi roj bêhtir dibe”

Ebdazyarê çandiniyê yê Tertûsê Ehmed Faris Şemme got, “Bê guman çandiniya mûzan roj li pey rojê bêhtir dibe.

Em dikarin bigihîjin rojekê ku berhem têra pêdiviya bazara xwecihî bike û em hêvî dikin hawirdekirina mûzan kêmtir bikin.

Ev yek jî wê piştgiriya aboriya welat bike û herwiha em bigihîjin qonaxekê ku em tê de mûzan, bi nirxine guncaw, hinarde bikin. Kalîte û qebareyeke baş li cem me hene.”

Cotkarekî ji bajarê Banyasê yê parêzgeha Tertûsê, sedema çandiniya mûzan, bi wê yekê girêdide ku têçûya vî corî ji corên berhemên din ên çandiniyê kêmtir e.

“Têçûya wan ji ya berhemên din kêmtir e”

Nadir Himêdî ku li bajarê Banyasê xwediyê zeviyeke mûzan e wiha anî ziman:

“Me mûz çandin, ji ber ku me dît têçûya wê ji têçûya beşên din ên çandiniyê kêmtir e.

Spas ji Xwedê re, me encamên baş bi dest xistin û berhem jî baş bû. Ez hanê didime her kesekî ku mûzan biçîne.”

Li gorî raporên medyaya Sûriyeyê, bi sedema daketina nirxên corên din ên çandiniyê, berawird bi têçûya wan, êdî cotyaran berê xwe daye çandiniya mûzan ku bi nerîna wan sûda wê bêhtir e û têçûya wê kêmtir e.

 

Rudaw

Top