• Monday, 16 February 2026
logo

Hikûmeta Iraqê zêdetir ji 1500 hewzên masiyan li Daqûqê jinav dibe

Gulan Media December 3, 2023 Nûçe
Hikûmeta Iraqê zêdetir ji 1500 hewzên masiyan li Daqûqê jinav dibe

Hikûmeta Iraqê zêdetir ji 1500 hewzên masiyan li navçeya Daqûqê ya parêzgeha Kerkûkê jinav birin û ev yek jî bûye sedema nerazîbûna welatiyan.

Peyamnêra K24ê Dîlan Barzan da zanîn, îro biryara hikûmeta Iraqê ya jinavbirina hewzên masiyan li Daqûqê ket warê cibicîkirinê û çend hewz jî hatin jinavbirin.

Welatiyekî Daqûqê ji K24ê re got: “Çend hewzên masiyan ên ku îro hatin jiavbirin, masî tê de bûn. Ev zulmek e li welatiyan. Ev biryar dê bibe sedema bêkariya hejmareke mezin a welatiyên herêmê.

Herwiha got jî: “Em bang li Serokwezîr û hikûmeta Iraqê dikin ku vê biryarê hilweşîne, ji ber ku dê ziyaneke mezin bigihîne welatiyên herêmê.”

Xwediyê yek ji hewzên masiyan li Daqûqê jî ji K24ê re got: “Di hewzên me de masî hene, lê îro alavên xwe anîne û ew jinav birin. Piraniya welatiyên vê deverê bi firotina masiyan debara xwe dikin.”

Xwediyê hewzeke din jî dibêje: “Piraniya wan kesên ku xwediyê hewzên masiyan in, yan jî masiyan difroşin, ne karmendên hikûmetê ne û ti karên wan ên din jî nînin.

Li Daqûdê 3100 hewzên masiyan hene, kampanya jinavbirina hewzên masiyan yên bêmolet beriya niha dest pê kiribû, ew jî ji ber tirsa kêmbûna avê û encamên guherîna keşûhewayê tê kirin.

 

K24

Top