• Monday, 16 February 2026
logo

Barzanî û Guterres behsa rewşa Îraq û Kurdistanê kirin

Gulan Media December 3, 2023 Nûçe
Barzanî û Guterres behsa rewşa Îraq û Kurdistanê kirin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Sekreterê giştî yê NY civiyan.

Îro li Dubayî di çarçoveya konferansa cîhanî ya keş û hewayê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Sekreterê giştî yê NY civiya û piştî civînê jî Mesrûr Barzanî wisa nivîsand;

Îro di çarçoveya konferansa cîhanî ya keş û hewayê li bajarê Dubayî de li gel Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî birêz Antonio Guterres civiyan.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Îraqê, şer û aloziyên li Rojhilata Navîn de kir.

Me tekez li ser girîngiya rola NY û berdewamiya vê di erk û pîwerdariyên xwe de bo aramî, aştî û ewlekariya Îraqê kir.

Herwiha me behsa pêdivî bûna çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û dabîn kirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê kir û daxwaz ji NY kir daku, rola xwe ya ektîf bo çareser kirina kêşeyan bilîze.

 

Top