• Monday, 16 February 2026
logo

Koordînatorê malbenda Kerkûkê yê YNKê û mezinên Kakeyiyan beşdarî rêzên PDKê bûn

Gulan Media December 3, 2023 Nûçe
Koordînatorê malbenda Kerkûkê yê YNKê û mezinên Kakeyiyan beşdarî rêzên PDKê bûn

Koordînatorê malbenda Kerkûkê yê YNKê û hejmarek zêde ji mezinên Kakeyî li Kerkûkê pêwendî li gel rêzên PDKê pêkanîn û dest ji YNKê berdan.

Îro 03.12.2023yê bi fermî Koordînatorê Malbenda Kerkûkê yê YNKê Qasim Seyîd Mubarek Ebas û pîr û mezinên ser bi pêkhateya Kakeyiyan li bajarê Kerkûkê, pêwendî li gel rêzên PDKê pêkanîn, ku berê di nav YNKê de bûn.

Di merasîmê de berpirsê beşa Rêxistina Kerkûk – Germiyan ê PDKê Dr. Kemal Kerkûkî pêşwazî li wan kir.

Bendewarî hene piştî demekî din civîneke çapemeniyê pêkbê û hûrgiliyên pêwendî kirina wan bên aşkera kirin.

 

Basnews

Top