• Monday, 16 February 2026
logo

Serokê herêmê û Serokwezîr diçin Îmaratê

Gulan Media November 30, 2023 Nûçe
Serokê herêmê û Serokwezîr diçin Îmaratê

Beşdarî di komcivîna cîhanî ya keş û hewayê de dikin.

Biryare îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser vexwandina fermî ya rayedarên Îmaratên Yekgirtî ya Erebî biçin Dubayî.

Armanac ji vê serdana han beşdarî kirin di komcivîna cîhanî ya keş û hewayê ye ku, ji aliyê Netewên Yekgirtî ve hatiye organîzekirin û têde rayedarên 200 welatên cîhanê têde beşdarin.

Vê di çarçoveya vê serdana han de Serokê herêm û Serokwezîrê Kurdistanê li gel rayedarên hijmarek ji welatên beşdar civîn û hevdîtinên du alî pêk bînin.
 

Top