Xaneqîn – Ji ber teqîna bombekê cotkarekî kurd hat kuştin
Efserekî asayişa Germiyanê bi navê Simko Elî ji BasNewsê re got, îro danê sibê li gundê Şêx Bawe yê Xaneqînê, ku dikeve navbera bajarokê Celewla û Xaneqînê, bombek bi komek cotkarên kurd de teqiya.
Simko Elî da zanîn, di wê rûdanê de cotkarek hat kuştin û 2 cotkarên din jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên wî efserî, tevahiya wan cotkaran endamên malbatekê ne, yê hatiye kuştin bav bûye û ewên birîndar jî bûne, kurên wî ne.
