• Monday, 16 February 2026
logo

Japonyayê PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' derxist

Gulan Media November 29, 2023 Nûçe
Japonyayê PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' derxist

 Di malpera fermî ya Ajansa Îstixbarata Ewlehiya Gel (PSIA) a servîsa îstîxbarata navxweyî ya Japonyayê de, PKK ji lîsteya "rêxistinên terorê" hat derxistin.

PSIA lîsteyeke nûjen a “rêxistinên terorê” parve kir.

Di lîsteyê de rêxistinên wekî El Qaîde û DAIŞê cih digirin.

Herwiha hat dîtin ku PSIAyê PKK ji lîsteyê derxistiye.

Îstîxbarata Japonyayê beriya niha PKKyê wekî "rêxistina terorê ya mezin a navneteweyî" bi nav dikir.

Di arşîvên înternetê yên li ser malpera PSIAyê de tê dîtin ku PKK di kategoriya “rêxistinên terorê yên navneteweyî” de ye.

Lewra di lîsteya nûjen a ku hatiye parvekirin de, PKK ji lîsteya terorê ya cîhanê hatiye derxistin.

Li aliyê din Rûsya, Çîn, Hindistan, Swîsre, Misir, Îsraîl, Tûnis, Erebistana Suûdî,  Ukrayna û Îmarat jî PKKyê wekî “rêxistina terorê” nabînin.

 

Rudaw

Top