• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Metranê Romî Ortodoksî civiya

Gulan Media November 29, 2023 Nûçe
Serok Barzanî li gel Metranê Romî Ortodoksî civiya

Behsa rewşa pêkhateyan hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Metranê Romî ortodoksî yê li Bexda, Kuwait û Emanê Metran Xetas Hezîm kir.

Di civînê de şanda mêwan stayîşa hewlên Serok Barzanî yên bo parastina pêkhateyan kir û rêzdariya xwe jî ya li hember gelê Kurdistanê ku, di rojên dijwar de deriyên xwe bo sed hezaran awareyên mesîhî vekiriye diyar kir.

Her di heman civînê de giftûgo derbarê kêşe û astengiyên berdem mesîhiyên Îraq û deverê hate kirin û Serok Barzanî tekez li ser pêbendiya gelê Kurdistanê bi çanda bihevre jiyanê û parastina pêkhateyan kir.
 

Top