• Monday, 16 February 2026
logo

Daxwaza bloke kirina hesabên Xamneyî tê kirin

Gulan Media November 28, 2023 Nûçe
Daxwaza bloke kirina hesabên Xamneyî tê kirin

Dibêje Xamneyî dixwaze tevahiyaYehûdiyan jinav bibe.

Nunerê hertimî yê Îsraîlê li Netewên Yekgirtî Gilad Ardan, piştî hevdîtina Ilan Musk li Til Avîvê li gel rayedarên Îsraîlê, peyamek li ser hesabê xwe yê fermî yê li tora civakî ya X ( twitterê) belav kir.

Gilad Ardan di peyama xwe de nivîsandiye; Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî çavkaniya teror û tundiya heyî ya li deverê ye û dixwaze tevahiya Yehûdiyan jinav bibe lewre lazime tevahiya hesabên wî yên medyaya civakî werin bloke kirin û rê jê re nayê dayîn bi ti awayî medyaya civakî bikar bîne.
 

Top