• Monday, 16 February 2026
logo

Hemas: 4 Fermandarên me hatine kuştin

Gulan Media November 27, 2023 Nûçe
Hemas: 4 Fermandarên me hatine kuştin

Yek ji wan Fermandariya eniya Bakûre.

Duhê yekşem Hemas daxuyaniyek belav kir û ragihand ku, di şerê li Xezeyê de yaku, 7 Cotmehê destpê kiriye û 49 rojan dom kiriye de, herî kêm 4 Fermandarên mezin yên Hemasê hatine kuştin.

Di daxuyaniya Hemasê de hatiye diyarkirin ku, yek ji wan Fermandaran Ebû Enese ku, Fermandarê giştî yê eniya Bakûrê Xezeyê bûye.

Weke tê zanîn roja înê Îsraîl û Hemas li ser agirbesteke demkî ya 4 rojî lihev kiribûn û ev agirbesta han vê sibê bi dawî were.

 

K24

Top