Bexda…3 karkerên Kurdên Êzdî ji ber ketina asansorê jiyana xwe ji dest dan
Li Bexdayê ji ber ketina asansora avahiyekê, 3 karkerên Kurd ên Êzidî canê xwe jidest dan.
Li gor nûçeya K24; îro danê sibê li Bexdayê di encama ketina asansorê de, 3 ciwanên Kurd ên Êzidî bi navên Hesen Elî Zendiîn, Nayîf Xezir Hacî û Seidûn Murad Sîno canê xwe jidest dan.
Bûyer li taxa Kazimiye ya Bexdayê di avahiyeke 17 qatî de rû da ku wan her sê karkeran kar tê de dikirin.
Herwaha hat zanîn, ew her sê ciwan di navbera 16 – 22 saliyê de ne û xelkê komelgeha Xanesor û navçeya Sinûnê ya Şingalê ne.
Li gorî Wezareta Plandanan a Iraqê; Di sala 2022an de li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê zêdetirî 72 karkeran di dema karkirinê de mirine û zêdetirî 4404 karker jî birîndar bûne.
Basnews
