Li Hindîstanê ji ber barîna baranên tund û lêdana brûskê 24 kes mirin
Li eyaleta Gujarat a Hindîstanê ji ber barîna baranên tund û lêdana brûskê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 23 kesên din jî birîndar bûn.
Navenda Tevgera Rewşên Awarte ya Eyaleta Gujarat a Hindîstanê (SEOC) ragehand, li eyaleta Gujaratê baranên gelek tund barîn û herwaha ji ber barîna wan baranan û lêdana brûskê 24 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kesên din jî birîndar bûn. Herwaha ragehand, piraniya mirinan ji ber lêdana brûskê pêkhatiye.
Cîgirê Serokê Skymet a Ajansa Pêşbîniya Rewşa Seqa Mahesh palawat jî diyar kir, eyaleta Gujarat ti demekî vê demsalê de ewqas barîna baranê lê pêknehatiye.
Basnews
