• Friday, 13 February 2026
logo

Li Amedê pevçûna çekdarî: Kesek hat kuştin

Li Amedê pevçûna çekdarî: Kesek hat kuştin
Li navçeya Razan a Ameda Bakurê Kurdistanê di navbera du koman de pevçûna çekdarî derket û di ecamê de kesekî canê xwe ji dest da.



Li gorî agahiyên berdest li navçeya Razan a Amedê, li bazar fêkî û sebzeyan, di nava 2 koman de ji ber lihevnekirina erd nîqaş derket. Niqaş dûv re veguehrî pevçûnê û herdu koman bi çekan li hev teqe kirin.



Di encama êrişa bi çekan de M.A birîndar bû û bi ambulansê rakirin nexweşxaneyeke taybet, taybet lê tevî hemî midaxeleyan nehat rizgarkirin.



Di lêgerîna cihê bûyerê de keleşkofek û tivingeke bi pompe hatin destbisergitin.



Derbarê pevçûnê de Ş.E, N.E. û M.S.B. hatin desteserkirin.

K24
Top