• Friday, 13 February 2026
logo

Parlamenterê AK Partiyê helwesta dijî Ala Kurdistanê wek karesat binav kir

Parlamenterê AK Partiyê helwesta dijî Ala Kurdistanê wek karesat binav kir
Parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê, Mustafa Yeneroglu, bûyera li Trabzonê weke bûyereke qirêj bi nav kir û bi pêwîst zanî, ku daxwza lêborînê li wan geştyaran bihê kirin. Yeneroglu herwiha got ew helwesta li dijî ala Herêma Kurdistanê ji bo îmaja welatê wan karesat e.



Parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê, Mustafa Yeneroglu di twîttekê de dibêje: “Ev al, şalgerden, ala Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ye. Helbet xelkê wê derê weke me rêz û hezkirina xwe jibo ala xwe nîşan didin. Eger êrîşkirina ser ala Tirkiyê li Hewlêrê her çi be, êrîşkirina ser ala Herêma Kurdistana Iraqê bi heman şêweyî girêj e.”



Mustafa Yeneroglu di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Weke ku êrîşkirina ser wan ne bes be, di ser de jî serederiya weke tawanbaran li gel wan geştyaran, nayê qebûlkirin.”



Parlamenterê AK Partiyê herwiha daye xuyakirin ku “nabe PKK weke hincet bo vê êrîşê bihê nîşandan.” Mustafa Yeneroglu tekez dike: “Girêdaana vê bûyerê bi PKKê nezanîne. Ez hêvî dikim lêborîn li wan geştyaran bihê xwestin.”



Yeneroglu di twîtteke din de dibêje: “Bi rastî hewla lînça li Trabozonê bimetirsîdar e. Her çawa em bi awayekî azad dikarin ligel ala xwe wêneyên bigirin, divê ji Kurdên li Bakurê Iraqê (mebesta wî Başûrê Kurdistanê ye) dijîn bi ala xwe wênegirtin nebe pirsgirêk. Ev yek ji bo îmaja welatê me karesat e.”

Rudaw
Top