• Monday, 16 February 2026
logo

Quntarên Qendîlê bi dijwarî hatin bordiman kirin

Gulan Media November 25, 2023 Nûçe
Quntarên Qendîlê bi dijwarî hatin bordiman kirin

Bordiman bi qasî 40 deqîqeyan dom kiriye.

Li gor zaniyariyên ku, ji şêniyên gundên derdorê quntarên Qendîlê dest ketine, duhê bişev artêşa Tirkiyeyê êrîşeke berfire biriye ser gundên quntarên Qendîlê.

Li gor zaniyariyên berdest, beriya destpê kirina bordimanê balefirên Tirkiyeyê bi ser esmanê deverê zivirîne û pişt re jî dest bi bordimana çend gundên li quntarên Qendîlê bi taybetî gundên devera Balakatê û Pişderê kirine.

Derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.

Top