• Monday, 16 February 2026
logo

Bi fermana Mesrûr Barzanî 100 pêketiyên nexwaşiya talasîma çandina mêjiya hestî ji bo wan li derveyî welat tê kirin

Gulan Media November 24, 2023 Nûçe
Bi fermana Mesrûr Barzanî 100 pêketiyên nexwaşiya talasîma çandina mêjiya hestî ji bo wan li derveyî welat tê kirin

Bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 100 pêketiyên nexwaşiya talasîmayê dê ji derveyî welat re bên şandin û çandina mêjiyê hestî dê ji bo wan li derveyî welat bê kirin.

Bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rezamendî hat dayîn ku ji bo çareseriya nexwaşên talasîmayê û çandina mêjiyê hestî ji bo 100 nexwaşên talasîmayê li derveyî welat bê kirin.

Ji bo wê jî Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemahengiya li gel fermangeha pêwendiyên derve, hatine spartin ku rê û karên pêwîst pêkbînin ji bo çareseriya nexwaşn li Tirkiyê û Urdinê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewşa tenduristiya pêketiyan li seranserê Herêma Kurdistanê bi armanca çareseriyê li derveyî welat li gor bingehê rêzbendiyê digre dest.

 

Basnews

Top