Li Xezzeyê hejmara miriyan 14. 800 kes derbas kir
Buroya Çapemeniyê ya Hikûmeta Xezzey ragihand ku ji ber êrîşa Îsraîlê ya li ser Şerîda Xezzeyê hejmara miriyan derket 14 hezar û 854an.
Ofîsa ragihandinê ya hikûmetê îro Pêncşemê ragihand ku jimara kuştiyan li Karte Xezayê gihîştiye 14,854 kesan, di nav de 6,150 zarok û 4,000 jê jin in.
Hejmara birîndaran gihişte zêdetirî 36,000 kesan, sê çaran ji wan jin û zarok in, ofîsa çapemeniyê ya hikûmetê got.
Li Kerta Xezzeyê zêdeyî 7 hezar kes winda ne.
Zêdetirî mehekê ye ku tevgera Felestînî Hemas dest bi êrîşa çekdarî li dijî Îsraîlê kiriye û di encamê de zêdetir ji 1400 Îsraîlî hatine kuştin û zêdetirî 1000 kes jî birîndar bûne û zêdetir ji 240 dîl girtine.
Li hember vê yekê Îsraîl zêdetirî mehekê ye çeperên Hemasê yên li Xezeyê bombebaran dike, ji bilî destpêkirina êrîşa bejayî li dijî bajêr.
Di vê navberê de, karbidestên tenduristiyê yên Xezzeyê ragihandin ku ji 7ê Cotmehê ve zêdetirî 135 navendên tenduristiyê bûne armanca êrîşên artêşa Îsraîlê û 23 nexweşxane jî hatine girtin.
Basnews
