• Monday, 16 February 2026
logo

Kurdistan û Brîtanya hevkariya navbera xwe bihêztir dikin

Gulan Media November 23, 2023 Nûçe
Kurdistan û Brîtanya hevkariya navbera xwe bihêztir dikin

Serokwezîr li gel şandeke Brîtanî civiya.

Duh Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Brîtanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya şandeke leşkerî ya Brîtanî ya bi Serokatiya Şêwirmendê mezin yê berevanî yê Brîtanyayê li Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê birêz Marshal Sammy Simpson kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina hemahengî û hevkariya ewlekarî û leşkerî di navbera du aliyan de kir.

Mijareke din ya civîna me taybet bû bi şer û aloziyên Rojhilata Navîn û li ser girîngiya parastina asayîş û aramiya deverê û dûrxistina Îraqê ji şer û pevçûnên leşkerî hemfikir bûn.

Me tekez li ser parastin û dabîn kirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û rêz girtin ji pêgeha qanûnî û destûrî ya herêmê û bihêztir kirina sîstema federalî li Îraqê kir û ev yek dubare kir ku, lazime civata navnetewî rola xwe ya ektîf bo çareser kirin kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî bilîze.

 

Top