• Monday, 16 February 2026
logo

Pêkhateya Tirkmen li ser redkirina peyva ‘’Kêmîne’’ ji bo pêkhateyan destxweşî li Mesrûr Barzanî dikin

Gulan Media November 23, 2023 Nûçe
Pêkhateya Tirkmen li ser redkirina peyva ‘’Kêmîne’’ ji bo pêkhateyan destxweşî li Mesrûr Barzanî dikin

 Duh 21.11.2023yê di Forma Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn di hevpeyvînekî de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand: ‘’Ez li gel bikaranîna peyva kêmîne nînim ji bo pêkhateyan.’’ Û diyar kir ew jî wek her pêkhateyekî din hemwelatî ne.

Vê derbarê de Sekretera Berê ya Parlamentoya Kurdistanê Muna Qehweçî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Cenabê Kak Mesûd Barzanî berdewam peyva kêmîne li hember pêkhateyên Kurdistanê red kiriye. Kak Mesrûr jî perwerdeya destê Cenabê Kak Mesûd e û her ew tişte li wan tê bendewarî kirin elbet, ji ber berdewama heman rêbaz û siyasete ne.’’

Qehweçî got: ‘’Em spasiya helwêsta cenabê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, peyva kêmîne din av xelkê biyanî de li hember pêkhateyên din ên Herêma Kurdistanê red kir. Ev yek ji bo me cîhê keyfxweşiyê ye û amajeye ji bo reseniya pêkhateyên din ên nav Kurdistanê ye.’’

Herwaha diyar kir, pêkanîna Forma Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn di wan mercên hestyar de gelek giring e û pir bi nirxe ji bo me hemûyan li Kurdistanê.

Vê derbarê de endama Parlamentoya Kurdistanê ya dema pêncem Sare Dilşad ku ji pêkhateya Tirkmen e ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew forma li Duhokê gelek giring e, bi taybet Cenabê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgirî û piştevaniya pêkhateyan kir. Ji ber cenabê Serokê Hikûmetê di hemû civîn û formên giring de berdewam amaje bi pêkhateyan dike û bi nirx ve lê dinêre.’’

Sare Dilşad got: ‘’Em neteweyekî resen ên Kurdistanê ne. Bi salane em li gel yek di nav aştiyê de dijîn. Pêwîste em hemû giringî bi prensîbên pêkvejiyanê bidin û rêgiriyê bikin li têkdana vê pêwendiya bihêz.’’

 

Basnews

Top