Îsraîl û Hemas rêkeftineke demkî îmze kirin
Dema rêkeftinê 4 roje û eger heye were dirêjkirin.
Çapemeniya Îsraîlî belav kiriye ku, di encama danûstandinên navbera Amerîk, Misir, Qeter, Îsraîl û Hemasê de, Îsraîl û Hemas razî bûne agirbesteke demkî bo 4 rojan rabigehînin.
Li gor çapemeniya Îsraîlî vê di nava wan çar rojan de Hemas 50 jin û zarokên Îsraîlî yên dilgirtî azad bike û li hember de jî Îsraîl jî hijmarek girtiyên Felestînî bi taybetî jin û zarok azad bike, herwiha Îsraîl rê dide daku, hevkariyên zêdetir yên însanî derbasî Xezeyê bibin.
Hate zanîn ku, eger heye ev agirbesta han piştî wan çar rojan dîsa were dirêjkirin.
