Dr. Şaxewan Ebdula: Gule li ofîsa me ya Kerkûkê hatin berdan û parêzvanên ofîsa me bersiv dan
Li Kerkûkê îro danê sibê êrîş li ofîsa Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah hat kirin.
Şaxewan Ebdullah di peyamekê de got: “Îro danê sibê di kiryareke tirsonek de, êriş li ofîsa me ya Kerkûkê hate kirin û yekser pasewanan bersiva dan.”
Şaxewan Ebdula diyar kir; Otomobîla ku gule berdane ji cureya Toyota Camry ye karî bireve û xwe rizgar bike. Me daxwaz ji saziyên ewlehiyê kiriye ku êrîşkeran bibînin.
Şaxewan Ebdullah tekez kir: “Em xelkê Kerkûkê piştrast dikin ku ev êrîş weke êrîşên berê, dê me ji xizmeta hemû pêkhateyên Kerkûkê ranewestîne.”
Şaxewan Ebdullah sala 1979an li Kerkûkê ji dayik bûye, endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê ye û 9ê Çileya 2022an wek Cîgirê Duyem ê Serokê Parlametoya Iraqê hat hilbijartin.
Basnews
