Tirkiyê kuştina berpirseke PKKê li Silêmaniyê ragehand
Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT)ê ragehand, yek ji berpirsên PKKê ku alîkariya madî û rêxistinî û ji bo wê rêxistinê endam û şervan komdikir a bi navê Gulsum Dogan a wek Jiyan Mêrdîn dihate naskirin di operasyonekî xal û noqteyî de bê bandor kiriye.
Li gor Ajansa Anadolu ya fermî ya zimanê dewleta Tirkiyê, Gulsume Dogan a wek Jiyan Mêrdîn tê naskirin li Silêmaniyê di operasyoneke MÎTê de jiyana xwe ji dest daye.
Hat ragehandin Jîyan Mêrdîn li Silêmanî û bajar û bajarokên derdorê berpirsa PKK/KCKê bûye û li gor çavkaniyên ewlehiya Tirkiyê ragehandiye, Jiyan Mêrdîn li gor fermanên ku werdigirt, bac standina li xelkê û endam beşdarî rêxistinê kirinê berpirs bûye.
Derbarê awayê operasyonê û cîhê wê de ti agahiyên zêdetir nehatin belav kirin, lê tenê hat ragehandin ku ew berpirsa jin a PKKê li Silêmaniyê hatiye kuştin. Derbarê vê mijarê de heta naha PKKê ti daxuyaniyekî fermî belav nekiriye.
Basnews
