Beşîr Hedad: Seredana Serokwezîrê Kurdistanê nîşandan a niyazpakiyê ye
Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Beşîr Hedad ragihand, armanc ji serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda pê re bo Bexdayê nîşandan a niyazpakiya herêma Kurdistanê bo çareserkirina pirisgirêkên di navbeyna her dû aliyan de ye.
Beşîr Hedad ji Kurdistan24ê ra axivî da zanîn ku pêwîst e pêwendiyên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de werin pêşxistin.
Îro sêşemê Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi şandek berfereh a wezîrên herêmê Kurdistanê, seredana Bexdayê kir- Herwiha Serokwezîr Barzanî ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî, Serokkomarê Iraqê Iraqê Berhem Salih jî civiyabû.
Basnews
