Xamineyî bi tundî welatên Ewropa rexne kirin!
Xamaney da zanîn ku tevî ku Îran li ser gotinên xwe disekine û li gor peymana atomî tevdigere jî Ewropî li ser sozên xwe nasekinin.
Xamaney got: ‘’Ewropî bang li me dikin em li gor gotinên xwe tevbigerin. Ewropî nikarin ji Îranê tiştekî wisa bixwazin û em dê kêmtir li gor peymanê tevbigerin’’
Wezîrê Derve yê Brîtanya li Brukselê ji rojnamevanan re dabû zanîn ku Îran bi qasî salekê ji çêkirina bombeyên atomî dûr e û dîyar kiribû bo xelaskirina peymana navokî hîn fersend heye.
Amerîka piştî ku ji peymana atomî vekişîyabû dijî Îranê jinûve pêkanîn û dorpêç ragihandibûn û girjîya di navbera her du dewletan de careke din gur bubû.
Basnwes
