Çapemeniya Lahur Cengî bi vîdeo belav dike û dibêje: Serokê lîsteya YNKê li Nînowa dema xwandina sirûda Ey Reqîb de ranabe ser piyan
Çapemeniya Lahur Cengî bi tundî rexne li serokê lîsteya YNKê yê li parêzgeha Nînowa digre û dibêje, ew kese di dema xwandina sirûda Ey Reqîb de ranabe ser piyan, ji ber ku ‘’Kurê Cehşekî ye.’’
Pêgeha Gom a ser bo Lahur Cengî li tora civakî ya facebookê belav kir, Dildar Zêbarî kirine serokê lîsteya YNKê yê li Nînowayê ku ‘’Cehşbûn û di salên heştêyan de Pêşmergeyan bavê wî kuştiye, ji ber ku tola wê xiyaneta ku li kurdan kiriye ji wî hatiye standin.’’
Çapemeniya Lahur Cengî tomarekî vîdeoyî jî li gel nûçeyê daniye û nivîsandiye: ‘’Eger bi hişyarî lê binêrin, di dema bangeşeya lîsteyê de dema sirûda niştimanî ya Iraqê tê xwendin, Dildar Zêbarî li ser piyan rawestaye, piştre dema sirûda niştimaniya Kurdistanê tê xwandin, rûdinê.’’ Ev jî kîn û acizî û bêkedî ya serokê lîsteya YNKê ya li hember Kurdistanê ye. Sirûda niştimaniya Kurdistanê bi xwîna hezaran ciwanên qehreman a gelê me ve hatiye nexşandin û bi hezaran ciwanên camêr canê xwe ji bo wê fedar kiriye.
Çapemeniya Lahur Cengî dibêje: ‘’Mixabin kesên waha nefs nizim û cehşên kevin dibin serokê lîsteyê, her nedibû rê jê re hatiba dayîn ku bikeve salona bangeşeyê.’’
Derbarê wan îdayên çapemeniya Lahur Cengî de heta naha çapemeniya YNKê ti daxuyaniyek nedaye û sedemê ranebûna serokê lîsteyê di dema xwandina sirûda niştimanî ya Kurdistanê de ti tiştek belav nekirine.
Basnews
