• Friday, 13 February 2026
logo

Medyaya Rûsyayê: Amerîka û Tirkiyê li ser Rojhilatê lihev kirine

Medyaya Rûsyayê: Amerîka û Tirkiyê li ser Rojhilatê lihev kirine
Medyaya Rûsya belav kiriye ku Tirkiyê û Amerîka bi nehênî lihev kirine ku Enqere êrîşî Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê bike lê berpirsên Wezareta Derve ya Rûsya li dijî vê rêkeftinê ne û vê yekê weke gaveke dijberê berjewendiyên welatê xwe li Sûriyê binav dikin.



Cîgirê Serokê Peywendiyên Derve li Dûmaya Rûsiya ji Rûdawê re ragihand ku Moscow û Enqere ji aliyê leşkerî ve nêzîkî hev dibin, ne ji destwerdanên Amerîka bûya, Tirkiyê êrîşî Sûriyê nedikir.



Serokên Amerîka û Tirkiyeyê gihîştine rêkeftineke nepenî û Tirkiye amadekariya operasyoneke berfireh a li rojhilata Sûrî dike. Ev îdîa, bi berfirehî di dezgehên ragihandinê yên rûsî de têne belavkirin. Li gor îdîayan, Waşîngton çavê xwe li kirîna moşekên S-400 ên rûsî ji aliya Enqerê ve digre û jê dixwaze ku li Sûriyeyê li gor berjwndiyên Amerîkayê tev bigere.



Şarezayê ser peywendiyên Rûsya û Tirkiyeyê dibêje, pêşveçûneke wiha dê dijî berjewendiyên Rûsyayê be.



Derbarê mijarê de siyasetzan û şarezayê ser prywendiên Rûsya û Tirkiyê Ikbal Durre ji Rûdawê re got: "Heta eger rêkeftineke weha hebe jî, ew bi ti awayî bi kêrî Rûsyayê nayê. Rast e, dibe ku ji ber kirîna S-400an Rûsya bi awayekî demkî çavê xwe li hin tevgerên Tirkiyê li Sûrî bigre. Lê bi giştî Rûsya ti car qebûl nake, ku Tirkiye bi rêkeftina li gel hêzên din, artêşa xwe ji bo demekî dirêj têxe nav Sûrî."



Idiayên amadekariya serbazî ya Tirkiyê li Sûrî di wê demê ye ku Wezareta Derve ya Rûsyayê beriya çend rojan dîroka gotûbêjên nû yên Astanayê aşkere kiribû û parlamenterê Dûmayê pê bawer dike ku Tirkiye di vê mijarê de tûşî provokasyonên Amerîkayê hatiye.



Cîgirê Serokê Komîteya Karûbarên Navnetewyî ya Dûmayê Anton Morozov jî dibêje: "Weke tê dîtin, bi Tirkiyê re hevkariya me di ware serbazî û teknîkî de berfirehtir dibe. Û li ser tunekirina komên terorîstî jî berjewendiyên me bi Tirkiyê re li hev tê. Eger ji aliya Amerîkayê ve provokasyon tune bin, dê hinceta Tirkiyê jî namîne ku li Sûrî hêza serbazî bikar bîne. Ez bawerim emê bikaribin lihev bikin, ku divê rêz li serweriya gelê Sûrî bê girtin."



Di vê navberê de hat ragihandin, ku heştemîn balafira barhilgir a Rûsî bi parçe û dam û dezgehên sîstema moşekên S-400 gihîşt Tirkiyeyê.



Rudaw
Top