• Friday, 13 February 2026
logo

Netenyahu: Heta mûşekên Îranê li Ewropayê nekevin, Ewropî ji xewê ranabin!

Netenyahu: Heta mûşekên Îranê li Ewropayê nekevin, Ewropî ji xewê ranabin!
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu Yekîtiya Ewropa rexne dike, ji ber ku hewl dide rêkeftina atomî ya bi Îranê re ji hilweşandinê rizgar bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Twittera xwe de vîdyoyeke xwe belav kir û tê de dibêje: Hîna hin kes li Ewropa ji xewê şiyar nabin, heta mûşekên atomî yên Îranê li nava xaka Ewropayê nekevin, wê demê jî her tişt di ser re derbas dibe.

Axaftina Netanyahu bi civîna wezîrên derve yên welatên Ewropayê re hevdem e, ku duhî 15ê Tîrmehê derbarê çend guftûgokirina binpêkirinên Îranê di rêkeftina atomî de civiyabûn.

Herwiha Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Federica Mogherini daxwaz ji Îranê kir, ji biryara zêdetir dewlemend kirina Uranyumê bi paş ve vekişe û li gor rêkeftinê dewlemend kirina Uranyumê ji rêjeya ji sedî 3.67 derbas neke.

Basnews
Top