• Monday, 16 February 2026
logo

Amerîka û Çîn diyaloga navbera xwe didomînin

Gulan Media November 17, 2023 Nûçe
Amerîka û Çîn diyaloga navbera xwe didomînin

Serokên wan her du welatan civiyan.

Li gor çapemeniya cîhanî duhê li bajarê Franciscoyê de Serokê Amerîkayê Jeo Biden pêşwaziya Serokê Çînê Şi Jinping kiriye.

Çapemeniya Amerîkayê eşkere kiriye ku, di civînê de her du aliyan behsa gelek mijaran kiriye û tekez li ser domandina diyalog û têkiliyên navbera xwe kirine.

Her derbarê vê hevdîtinê de Serokê Amerîkayê eşkere kiriye ku, Çîn û Amerîka vedigerin ser diyalog û hevdîtinên raste rast.

Herwiha her du alî li ser dubare vekirina kanalên diyaloga taybet bi mijarên leşkerî jî lihev kirine.

Di beşeke din ya vê civîna han de her du aliyan bi berfireyî behsa rewşa Tayvan jî kirine.

Top